A cabeleira multilingüe
Urfan Kenî e Remziye Alparslan | Curdo
Por
(Beş)
Ez li welatekî kesk ê ku li dawiya axê pey naxirên çêlekan beredayî digeriya hatime dinê.
Ez sebiyê bênav ê eşîretên koçer im, ên ku bi tenê dema ku tên dawiya dinê dikarin rawestin.
Ne ji bilî tovê koka min heye ne jî ji bilî bayê warê min.
Ez xwe wekî nifşekî gelên koçer ên ku tu carî dewlet ava nekirine dibînim.
Ruhê me hîsên herî xweş û herî kûr ên siruştê nas kir.
Dîroka me dîroka gelekî ku bakur wenda kiriye û bi ga re tevî hev bûye.
Lê min bakur li nava keştiyeke binavbûyî ya ku di nav porên dirêj ên hîvê de bi şehwet diherikî dît.
Û ew porên bêdawî labîrenta ku ez bi tenê bi evîna xwe re diaxivim e.
(Wergera kurdî: Urfan Kenî – Remziye Alparslan)
Lectura de Urfan Kenî Lectura de José Virgilio García Trabazo
(Recital en Santiago de Compostela, 29/9/2023)